Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin 2023-04-09 18:54:59     ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk li navçeyên Narlidere û Bayrakli yên Îzmîrê bi awayên coş buroyên hilbijartinê vekir.    Partiya Çep a Kesk li navçeyên Narlidere û Bayrakli yên Îzmîrê buroyên hilbijartinê vekirin. Rêveberên HDP'ê, Partiya Çep a Kesk, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyan bûn. Ewilî li taxa Yenî Kale ya Narlidere buro hat vekirin.    Di vekirinê de bê navber dirûşmeya "Denîz Poyraz nemir e" hat berzkirin.      Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar axivî û destnîşan kir ku ew li vir in û wê tu qadê terk nekin û niha dem dema xebatê ye. Çaglar anî ziman ku ew ê li Îzmîrê 300 hezar rayên xwe derxin 600 hezar rayan.      Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a Dayika Aştiyê diyar kir ku ew dixwazin her kes dengê xwe bide partiya wan û ev hilbijartin dê bibe wesîleya vekirina deriyên girtîgehan.   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.    BAYRAKLI    Li taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê jî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Rêveber û endamên HDP û Partiya Çep a Kesk tev li bûn û coşa xelkê balê kişand ser xwe.  Rêveberê Partiya Çep a Kesk Arîf Alî Cangi û rêveberê HDP’ê Hacay Yilmaz axivîn û gotin dê serkeftin bibe ya wan.