ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-10 09:00:27   * Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê di vê hilbijartinê de hesaba jinên ku hatine qetilkirin bipirsin û gotin: "Divê ku em di vê hilbijartinê de hesaba Sêvê, Asyayê, Pakizeyê, Denîz Poyrazê, dayika Taybet bipirsin. Ev hilbijartina man û nemanê ye. AKP dê biçe, jin dê bên."   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Mewlûd Ustabaş diyar kir ku atmosfera 7'ê Hezîranê xwe di xebatên hilbijartinê de dide nîşandan û li Stenbolê hedefa wan 2 milyon deng in.    * Koordînatora Parêzvaniya CÎSST'ê Bêrîvan Korkut diyar kir ku 41 hezar û 614 girtî di 14'ê Gulanê de dikarin dengê xwe bidin, endamê OHD’ê Bulent Aşa jî got: "Girtî bi her awayî xwedî li dengên xwe derdikevin.”    * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sultan Bayindir diyar kir ku armanca wan ew e ku li Dîlokê 3 wekîlan derxin.    * Nivîskara femînîst Rahila Gupta diyar kir ku berxwedana “Jin jiyan azadî” ji felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêbûye û sedema bingehîn a ku xwepêşandan li cîhanê belav bûne bandora Şoreşa Rojava ye.   * Mexdûrên erdhejê ku li Samandagê bi toza kavilan re rûbirû mane diyar kirin ku ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêk wa ne.    * Cenazeyê Alî Topçû yê li taxa Armûtlû ya navçeya Defneyê di bin kavilê mala xwe de ma tevî xebata rakirina kavilan jî nayê dîtin.     * Hunermenda Aryen Komê Mizgîn Tûranê bal kişand ser bernameya “Rojên Muzîkê yên Aryenê” û wiha got: “Pêşiya erdhejê jî projeya me ya vê bernameyê hebû, lê piştî erdhej rû da me xwest vê bernameyê diyarî mexdûrên erdhejê bikin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 750’yan de berdewam bike.    * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wê li Meletî û Xarpêtê; bi tevlibûna parlamenterên HDP’ê li Geverê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk wê li Stenbolê buroyên hilbijartinê bên vekirin. (12.30, 14.00, 15.30, 16.00) ZINDΠ   * Partiya Çepên Kesk wê li Îdirê, li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê; li navçeyên Rezan û Sûr ên Amedê; li navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê wê buroyên hilbijartinê veke. (12.00-20.30)   * Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe wê bi merasîmeke ku dê li Stenbolê bê lidarxistin bidin xwediyên wan. (20.00)