Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin 2023-04-10 09:03:03 STENBOL - Koordînatora Parêzvaniya CÎSST'ê Bêrîvan Korkut diyar kir ku 41 hezar û 614 girtî di 14'ê Gulanê de dikarin dengê xwe bidin, endamê OHD’ê Bulent Aşa jî got: "Girtî bi her awayî xwedî li dengên xwe derdikevin.”    Di 14'ê Gulanê de ku wê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê bên kirin, 64 milyon û 191 hezar û 285 hilbijêr dê di 195 hezar û 705 sindoqan de dengên xwe bidin. Bi hezaran girtiyên ku di hilbijartinên berê jî di girtîgehan de bûn wê dîsa li girtîgehan dengên xwe bidin.    Biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya ku dê girtî û hikûmxwar li girtîgehan dengê xwe bidin di 14'ê adarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryarê, mehkûmên li girtîgehan ji ber sûcên “bi qestî” tên darizandin wê nikaribin dengê xwe bidin. Girtî (kesên ku hê cezayê wan hatiye birîn û lê teqez nebûye) û mehkûmên ku ji ber kiryarên "îhmal" hatine cezakirin, dê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin. Her wiha wê li qadên hilbijartinê yên ku girtîgeh lê ne deng xwe bidin.   41 HEZAR GIRTÎ DÊ DENGÊ XWE BIDIN   Koordînatora Parêzvaniya Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CISST) Berîvan Korkût diyar kir ku li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Wezareta Edaletê ku di 1'ê adara 2023'yan de hat weşandin 349 hezar û 893 girtî û hikûmxwar hene ku ji wan 41 hezar û 614 kes girtî ne. Korkût da zanîn ku wê 41 hezar 614 girtî li girtîgehan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.    ‘GIRTÎ XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERDIKEVIN’    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Bulent Aşa jî anî ziman ku girtî yên ku hikûm nexwarine dikarin dengê xwe bidin û wiha got: “Her girtiyê li wî bajarî girtî ye wê dengê wî ji bo wî bajarî biçe. Girtî hem ji bo serokkomariyê hem jî ji bo parlamenteran dikarin dengê xwe bidin. Li her girtîgehê berxwedan heye. Wê girtî li dengên xwe xwedî derkevin. Di hilbijartina 2018’an de li girtîgehan herî zêde dengê HDP’ê pir bûn yanî partiya yekemîn derket. Me jî serdana girtÎgehan kir û me derbarê hilbijartinê de agahî dan.”    MA / Rûkiye Adiguzel