Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn 2023-04-10 11:43:07 ENQERE - Bi boneya 90’emîn meha komkujiya Gara Enqereyê merasîma bîranînê hate lidarxistin û ev bang hate kirin: “Ev îktîdar biguhere jî neguhere jî em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Heta ku faîl tên darizandin jî dê têkoşîna me bidome.”    Di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê ya di 10’ê cotmehê de li Gara Enqereyê 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi boneya 90’emîn meha komkujiyê, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) li pêşiya Gara Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li ser bûn hate vekirin. Beşdaran dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    ‘EV BÛ 90 MEH NEHATE RONÎKIRIN’    Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bi ser komujiyê re 90 meh derbas bûn lê hêj jî teqîbateke ku faîl tên darizandin nehatiye kirin. Em her mehê protestoyên xwe dikin. Em niha dîsa di erefeya hilbijartinekê de ne. Me xizmên xwe di navbera du hilbijartinan de winda kirin. Em pir baş dizanin ku kesên digotin; ‘heke ez tiştên di navbera her du hilbijartinan de qewimîn biaxivim dê kevir ser kevir nemîne’ di pêvajoya vê hilbijartinê de jî rol dilîzin. Lê ev 90 meh in tu berpirsyar nehatine darizandin. Bila niha tu kes sozên vala nede me. Em li benda rojên ku soza tên bicihanîn in.”    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Coşgun, axaftina xwe wiha qedand: “Heta ku 10’ê Cotmehê neyê ronîkirin, ewlehiya canê tu kesî nîne û dê edalet neyê Tirkiyeyê. Vê pergalê em pir tune hesibandin. Bombeyeke li naverasta Enqereyê hat teqandin tune hesibandin. Ev 90 meh in hêjta bihar nehatiye. Em bi xeyala roja ku hemû berpirsyarên komkujiyê tên darizandin dijîn. Ji bo mirovahiyê, divê Tirkiye bi van komkujiyan re hevrû bibe. Ev welat bo me deyndar e. Kesek ji me dê ji daxwaza edaletê bêzar nebe û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Îktîdar biguhere jî neguhere jî em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin û heta kujer tên darizandin jî dê li ber xwe bidin.”