Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê 2023-04-10 14:05:49   COLEMÊRG -Partiya Çepên Kesk li navçeya Geverê bi tevlibûna hezaran kesan bûroya hilbijartinê vekir.      Partiya Çepên Kesk li navçeya Gever a Colemêrgê yekemîn bûroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Sezaî Temellî û Saît Dede û bi hezaran welatî tev li vekirina bûroyê bûn. Bi hezaran kesan rahiştin alayên partiyê û li pêşiya bûroyê kom bûn. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Gever dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Vekirina bûroya hilbijartinê veguherî mitîngê. Piştî rêzgirtinê, sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre jî Dede axivî û got ku Geverê tu carî serî netewandiye.    ‘ROJA HESABPIRSÎNÊ’    Parlamenter Feleknas Uca jî 14’ê Gulanê weke “Roja hesabpirsînê ye” nirxand û wiha domand: “Di vê hilbijartinê de dê azadî û demokrasî bi ser keve. Hûn ji zîhniyeta ku hewl dide me tune bike re bûn bersiveke mezin. Çi dibe bila bibe dê meşa me ya azadiyê bidome. Vaye gelê me li vir bersiva herî xurt dide. Ev meşa me dê rêya azadî û demokrasiyê veke.”    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî jî ev tişt anî ziman: “Em, ji bo ku dawî li vê feraseta faşîst û zordest bînin tên. Vê îktîdarê çendek sal berê mase wergerand. Di esasê xwe de ew mase, maseya aştî, azadî, çareseriya demokratîk û hêviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bû. Maseya birêz Ocalan ku hêviya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e, wergerandin. Em ê di 14’ê Gulanê de wê maseyê dîsa rakin ser lingan û li çareseriyê bigerin. Mase wergeriya û di nava 8 salan de li vî welatî her cureyên bêedaletî û zilmê hatin jiyîn. Hemû siyasetmedarên me di girtîgehê de ne. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin. Ji sifreya vî gelî di dizin û ji bo şer xerc dikin.”    ÊRIŞA POLÎSAN   Piştî axaftinan jî bi hezaran kesan heta demekî dirêj xelekên govendê gerandin. Piştî bernameyê, ciwanan dirûşm berz kirin û belavî taxan bûn. Di vê navberê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî ciwanan kir. Di encama êrişê de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kes jî gazê bibandor bûn.