Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike 2023-04-10 14:52:20   ÊLIH - Di erdhejê de ziyaneke mezin gihişt avahiya li hemberî Şaredariya Êlihê ku li kêleka rawestgeha otobûsan e. Tevî biryara hilweşandinê jî nayê herifandin û xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike.    Di encama erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê de li Êlihê ji bo 56 avahiyan tespîta pirxesar û nîvxesar hate kirin. Li gel ku ji bo van avahiyan biryara hilweşandinê hatiye dayîn jî nayên herifandin. Avahiya pirxesar a ku li hemberî Şaredariya Êlihê û bi rawestgeha otobûsan ve ye, ji bo rêwiyan xetereyeke mezin çêdike.    LI SER JIYANA MIROVAN GEF E   Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Vahdettîn Tuzun diyar kir ku divê avahiyên pirxesar û nîvxesar tavilê bên hilweşandin û wiha got: “Divê avahiyê li ser rêgehên mirovan tavilê bên hilweşandin. Bi hezaran mirov ji pêşiya wan re derbas dibin. Ji bo ku kesek nemire, divê ev avahî bên herifandin. Xebatên tespîtkirina avahiyên bixesar baş nehatin kirin. Ev xebat piştî giliyên gel hatin kirin û hewcehî bi xebateke giştî heye. Bi saya vê dibe ku bi sedan mirov bên xelaskirin. Yek ji van avahiyan jî li hemberî şaredariyê ye. Li rex rawestgeha otobûsan e. Gelek kes li vir disekinin. Bi vî awayî xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdibe. Divê ev mal tavilê bên herifandin. Êlih, weke herêma karesatê hate ragihandin. Di vê mijarê de agahiyeke zelal tune ye û divê raya giştî were agahdarkirin.”