Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên 2023-04-10 16:17:19 STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê bi Partiya Çepên Kesk bi awayekî bihêztir biçin parlementoyê û got: "Em ê demokrasî, edalet, hiqûq û azadiyê bînin vî welatî."    Partiya Çepên Kesk, li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî di nav de gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn.    Pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Pinarê ya Esneyûrtê bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Beriya hilbijartinê bi çend saetan bi sedan kes hatin cihê ku dê buro lê bê vekirin. Girse li vir demeke dirêj govend gerand û li ber çepilan dirûşme berz kirin. Gava Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hat, bi çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Ji Partiya Çepên Kesk gelek kesan li vir xîtabî gel kir.    'ROJ ROJA ŞANDINA REJÎMA FAŞÎST E'   Hevberdevka HDK'ê Esengul Denîrê gava çav bi coşa gel ket got: "Tu tişt nikare me ji têkoşîna me bike. Gelê me amade ye ku heyama nû pêşwazî bike." Esengulê destnîşan kir ku roj roja şandina rejîma faşîst e û roj roja azadiya jinê ye.    Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaşê jî diyar kir ku dê di 14'ê Gulanê de desthilatê bişînin û got ku ew bi xwe û gelê xwe bawer in ku dê bi ser bikevin.    'EM Ê BI AWAYEKÎ BIHÊZTIR BÊN'   Hevseroka Giştî ya HDP'ê jî bi çepikan û berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî"yê hat pêşwazîkirin. Bûldanê jî bi gotina "Dîsa jin, dîsa jiyan" bersiva girseyê da. Bûldanê destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê û kurd û elewiyan dê tu carî 21 salên AKP'ê jibîr nekin û got: "Di 14'ê Gulanê de dê dersa herî baş bidin we."    Bûldan bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û bibîr xist ku vîna gel Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û bi hezaran kes girtî ne. Bûldanê bilêv kir ku desthilat dixwaze bi polîtîkayên çewisandinê HDP'ê bitepisîne û got: "Li hemberî we gelekî tirsonek û tepisîner tune ye. Me li ber we çok neşikandiye û em ê tu carî neşikînin jî. Em ê siberoja Tirkiyeyê, em ê azadî, demokrasî, edalet û hiqûqê bînin vî welatî. Me navnîşaneke zelal diyar kiriye. Gelek dek û dolab li serê me hatin gerandin, lê me li hemberî van dolaban û pêngavên derî siyasetê pênagvin pêk anîn. Dîroka doza girtina HDP'ê jî taloqî dîrokek nêzî hilbijartinê kirine. Lê em ne ew partî ne ku gelê xwe û hilbijêrên xw ebê alternatîf bihêlin. Em ji kevneşopiyeke wiha tên ku her ku partiyên me hatin girtin em xurtri vegeriyan. Em ê bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibin. Bereksê wan em ê bi navnîşana xwe ya nû, xurttir bên. Dê li Stenbolê ilyon biherikin û ev jî dê ji bo wan bibe derd."    Bûldanê destnîşan kir ku divê hilbijartinêd e divê hejmara parlementerên wan sê qat zêde bibin û got ku di rojên pêş de wê diyar bikin dê raya xwe bidin kîjan namzetê serokkomariyê.    Bûldanê got: "Em ji Stenbolê bawer in, em ê encameke baş bi dest bixin. Ji niha ve serkeftin ji bo xebatên me."    Piştî axaftinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr û jinên li qadê li ber tilîliyan qurdêleya buroya hilbijartinê birîn.    Çalakî piştî vekirina buroyê bi govendgerandinê bi dawî bû.