Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir 2023-04-10 21:50:41   ÎZMÎR- Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Karşiyakayê de axivî û got: “Bi guhertina nav, me lîstokên faşîzmê xira kir.”   Partiya Çepên Kesk li taxa Şemîklerê ya Karşiyakayê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Karşiyakayê, hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Karşiyakayê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Bi sedan kes li ber defê govend gerand.  Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî vekirina buroyê bûn, peyamên aştiyê dan.   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Karşiyakayê Gulderen Çevîralê got: “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wê bibînin ku em hewl didin çi bikin. Li gel ku hewl bidin li ber me asteng bibin danin jî, em ciwan, jin û yên ku xwe ne ewle dibînin bi hev re van astengiyan derbas bikin.”   Hevserokê HDP’ê yê Îzmîrê Çinar Altan jî anî ziman ku AKP hewl dide bi milyonan HDP’yî bê alternatîf bihêle. Altan diyar kir ku HDP ji bo ku bi milyonan kes bê alternatîf nehêle, bi Partiya Çepên Kesk re beşdarî hilbijartinan bûne û wiha got: “Me bi guhertina nav re lîstokên faşîzmê xira kir. Em dixwazin bi awayek xurt biçin Meclîsê. Lewma divê bi hev re bixebitin. Bila ev buroya hilbijartinê bibe navenda wê taxê. Em ji her kesê re qala partiya xwe bikin. An serkeftin, an serkeftin.”