Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin 2023-04-10 23:55:32   AMED – Li navçeya Rezanê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê jinan a Partiya Çepên Kesk hat vekirin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes bi coşeke mezin tevlî vekirina buroyê bûn. Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk ) a Amedê, li taxa Mevlana Halîtê ya navçeya Rezanê ya Amedê buroya hilbijartinê ya jinan a sêyan vekir. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Amedê Remzîye Tosûn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkên Partiya Çapên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn,  endamên rêxistinên DBP û HDP’ê yên Amed û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, MED-DER, Komeleya Roza ya Jinan, Başak Demîrtaş, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş  jî di nav de bi sedan kes tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê girse li ber def û zirnê û tilîliyan govend gerand. Dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   Di destpêkê de  Hevberdveka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Tekînê got ku wê bi jinan re bi ser bikevin, azadî were û wê tekoşîn û xebatên xwe bidomînin. ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK LI SER MEDYAYA DÎJÎTAL BELAV BIKIN’ Piştre Başak Demîrtaş axivî. Demîrtaşê jî got: “Xwestin bi zindanan em paş de gav biavêjin, newerekî çêbibe lê bi ser neketin. Hevalên me li zindanan li ber xwe dan û li ber xwe didin. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derket û têkoşîna xwe mezin kir. Qeyûm tayîn kirin, hevşaredar girtin, parlemeter girtin û niha jî dixwazin HDP’ê bigrin. Lê partiya me biryarek erast girt ,wê bi Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinê bibe. Em ê partiya xwe ya  Çepên Kesk li ser medya dîjîtal belav bikin. Bila kesên nemine ku wê nas neke. Em ê partiya xwe mezin bikin û bi ser bikevin.” ‘EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’  Di dawiyê de Remziye Tosûn axivî. Tosûnê di axaftina xwe diyar kir ku ew di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibin û wiha got: “Li ser partiya me lîstîkan dileyîzin, lê çi dibe bila bibe gelê Rezanê li ser pêya ye û çi ji destê wan were amade ne bikin.  Em 5 salan bi hev re xebitîn,niha jî namzetên me yê nû wê werin lê divê her yek ji me wekî  namzetan bixebitin. Li pêşiya me sedsaleke nû heye, divê em bi xebatê faşîzmê têk bibin.”