Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye 2023-04-11 09:06:50 ŞIRNEX - AKP'ê sercerdevan Arslan Tatar kir namzetê Şirnexê. Tatar, ji talankirina xwezaya Şirnexê heya bi çêkirina qereqolan û êrişên li ser Efrînê bi desthilatê re hereket kiriye.    Partiyên siyasî, lîsteyên xwe yên mazetan ên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê di 9'ê nîsanê radestî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Li Şirnexê di lîsteyên hin partiyan de kesên balkêş hene. Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk ku hewl dide ji Şirnexê 4 parlamenteran bişîne meclisê, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal û Mehmet Zekîr Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Usal wekî namzet diyar kirin.    Partiyên din jî kesên ku ji salên 1990'î ve cerdevantiyê dikin kirin namzet. MHP'ê Halîl Tatar di rêza yekemîn de; Partiya Jinûve Refahê Sabrî Tatar di rêza yekemîn de; Partiya Zaferê Mahmtû Tatar di rêza yekemîn de kir namzet. AKP'ê jî sercerdevan Arslan Tatar ku kî desthilat be li cem wan e, di rêz ayekê de kir namzet.    DEMA CÎNAYETÊN KIRYAR NEDIYAR   Namzetê AKP'ê sercerdevan Tatar, kurê Mehmet Tatar e ku di hilbijartinên 1995'an de ji DYP'ê hatiye hilbijartin. Bav Tatar, salên 1990'î û 2000'î de li cem Tansû Çîller û Mehmet Agar bû ku di dema wan de cinayetên kiryar nediyar dest pê kiribûn. Bav Tatar, di dema parlementeriya xwe de rêveberê polîtîkayên şerê taybet ê Şirnexê bû. Bav Tatar, gava parlamenterê DYP'ê bû, di 27'ê cotmeha 2005'an de pêşniyazname dabûn ber meclisê ku cerdevantî bê berbelavkirin.    BAJÊR TALAN DIKE!   Arslan Tatar jî daye ser rêya bavê xwe. Tatar ku di nava MHP'ê de bû, piştî ku AKP xurt bûye derbasî AKP'ê bûye. Arslan Tatar û cerdevanên girêdayî wî, di qedexeyên derketina derve de yên di navbera 2015-2016'an de li Şirnexê hatin îlankirin, bi awayekî çalak cih girtin. Cerdevanên xizmên Tatar, bi îşkenceya xwe ya li cenazeyan bûbûn rojev.    Tatar, piştî ku Suleyman Soylû bû Wezîrê Karên Navxweyî hîn bêtir çalak bû. Hema bibêje bû dest û pêyên Soylû. Tatar ku ji bo çêkirina qereqolên li Cûdî, Gabar û Bestayê rol girt, di heman demê de şirkî talankirina daristanên herêmê ye jî. Xizmên Tatar, hem ji çêkirina qereqolan hem jî ji talankirian daristanan qezenceke mezin bi dest xistin.    Her wiha Tatar dem bi dem tevî rayedarên hikûmetê yên tên herêmê jî bi helîkoterê li asîmanên bajêr digere û bi awayekî rêk û pêk jî serdana binkeyên leşkerî dike. Tatar ku qezenceke mezin ji kanên madenan ên li herêmê jî bi dest dixe, piştî ku ew û soylû nêzî hev bûn xizmên xwe li gelek saziyên dewletê bi cih kirin.    ŞIRÎKÊ ÊRIŞÊN LI SER EFRÎNÊ   Tatar, di êrişên li ser Efrînê de jî ku di 20'ê çileya 2018'an de dest pê kirin, bi awayekî çalak cih girt. Tatar, bi daxuyaniyên xwe yên wê demê diyar kiribû ku ew piştgiriya van êrişan dike û dê hin cerdevan jî daxilî nava van êrişan bibin.