Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin 2023-04-11 09:54:40   ENQERE - Danişîna 24’emîn a Doza Kobanê dê 3 rojan berdewam bike. Di danişîna ku dê sibê dest pê bike de tê payîn ku dozger derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş bike.    Danişîna 24’emîn a Doza Kobanê ku bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê hatiye vekirin dê di 12, 13 û 14’ê nîsanê de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. Derbarê siyasetmedarên ji dozê tên darizandin de 3 hezar û 520 rûpel hatiye amadekirin. Şandeya dadgehê parastina siyasetmedaran asteng kiriye û dadger ji dozger xwest ku mutalaya xwe pêşkêş bike. Di danişîna dê sibê bê lidarxistin de tê payîn ku dozger mutalaya xwe pêşkêş bike.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê jî di nav de 28 siyasetmedar girtî û bi giştî 108 kes ji dozê tên darizandin. Di îdianameyê de derbarê 108 kesan de bi îdiaya “Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” û 37 caran “kuştina mirovan” û ji gelek tawanên din ceza tê xwestin.    BIRYARA AYM’Ê NEHAT NASÎN    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) berê derbarê qewimandinên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de de derbarê Demîrtaş de biryara “ne sûcdar e” da. Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew vê biryara AYM’ê nas nake û bi gotin û daxuyaniyên xwe HDP’ê û Demîrtaş hedef da nîşandan û ferman da darazê ku ceza bibire.    ÎKTIDARÊ FERMAN DA DARAZÊ    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) diyar kir ku çalakiyên ji bo Kobanê hatine lidarxistin tundî têde nebûye û di çarçoveya geşedanên siyasî de hatiye kirin. Îktidarê carek din biryara DMME’yê nas nekir û bi eşkereyî ferman da darazê ku dozê bidomîne û ceza li siyasetmedarên kurd bibire.    Niha bi lez û bez tê xwestin di dozê de biryar bê dayîn. Li dijî van hemû tawanbariyan siyasetmedarên tên darizandin ji roja ewil a dozê ku di 26’ê Nîsana 2021’ê de hat lidarxistin diyar dikin ku ji çalakiyên Kobanê îktidar bi xwe berpirsiyar e û her cure belge, agahî û vegotinê pêşkêşî şandeya dadgehê kirin.    DOZGER DÊ SIBÊ MUTALAYÊ PÊŞKÊŞ BIKE    Doza ku nêzî du salan e didome ji her du hefteyan carek hat lidarxistin. Ji ber erdhejên ku navenda wê Mereş bû heta niha tu pêşketin di danişînê de çênebûye û sê caran taloq bû. Danişîna dawî di 7’ê adarê de hat lidarxistin.    Di danişîna 24’emîn ku dê sibê bê lidarxistin de tê payîn ku dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêş bike.    MA / Enes Beyaz