Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir 2023-04-11 10:38:57   MANÎSA - Li navçeya Somayê di xebata vekirina qada ji bo kana madenê de teqîn pêk hat û karekerek jehrî bû û mir û 5 karker jî rakirin nexweşxaneyê.    Li navçeya Somayê ya Manîsayê şîrketek şexsî ji bo qada xebatê ya kana madenê veke dest bi kar kir. Di xebata qadê de t eqîn pêk hat û piştî teqînê gaza karbonmonoksît çêbû. Hat zanîn ku karkerê bi navê Tevfîk Pazarcik (30) ji gazê jehrî bûye û jiyana xwe ji dest daye.    Karkerên bi navê Şakir Bîlbey, Alper Aksoy, Fatîh Karahîsar, Mustafa Gul û Alî Anil Palamut jî jehrî bûn û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Somayê. Piştre jî wan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Akhîsarê kirin û hat zanîn ku xetere li ser jiyana karkeran nîne.