Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin 2023-04-11 12:01:52   AMED - Kevirên sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê yên UNESCO’yê de cih digirin û ji ber erdhejê ketibûn xwarê, ev zêdetirî 2 meh in nehatine rakirin.    Di encama erdhejên Mereşê de li 30 noqteyên sûrên Amedê derizîn, hilweşîn û hezaz çêbûn ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê yên UNESCO’yê de cih digire. Bi ser erdhejên 6’ê sibatê re 2 meh û 5 roj derbas bûn lê hêj jî kevirên ji sûran ketîn xwarê li şûna xwe tên sekinandin. Birca Keçikê demekî kin berê hatibû restorekirin û ji bo xebitandinê dabûn şîrketeke taybet. Kevirên dîrokî yên sûrê yên li beşa Birca Keçikê ketin xwarê hêj li şûna xwe tên sekinandin. Ev yek rê li ber dizîna kevirên dîrokî vedike.    Her wiha hezazên ji ber avên baran çêdibin, hêj didomin. Her roj gelek kes diçin serdana Birca Keçikê û tevî hezaza li bircê çêbûye jî heta niha tu tevdîr nehatine girtin.