Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin 2023-04-11 15:24:28 WAN - Dozgerê ku derbarê leşkerê têkildarî qetilkirina Erhan Gorur de tê darizandin mutalaa pêşkeş kir, bi sûcê “kuştina biqisûr û zanebûn” jê re ceza xwest.    Di 14'ê hezîrana 2020'an de li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê ku li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê ye, leşkeran gule berdabûn û welatiyê bi navê Erhan Gorur kuştibûn. Danişîna 3’yemîn a doza ku ji ber kuştina Gorur bi sûcê “kuştina biqisûr û zanebûn” li serpêl Yasîn Erkoç hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Di danişîna ku bersûc tev li nebûyî de parêzerê wî bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.   MUTALAA HATE PÊŞKEŞKIRIN   Dozgerê derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, derbarê leşkere bersûc Erkoç de bi sûcdariya “kuştina biqisûr û zanebûn” jê re ceza xwest.    Parêzera Gorur ê hate qetilkirin Ebrû Demîrtepe jî diyar kir ku divê faîl “bi kuştina qestî” bê darizandin û xwest li cihê bûyerê keşf bê kirin. Dadgehê, daxwaza Demîrtepe qebûl nekir û danişîna biryarê taloqî 18’ê nîsanê kir.