Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn 2023-04-11 19:43:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Tewêle ya Hewremanê di encama teqîneke hewanê de, welatiyek jiyana xwe ji dest da, du kes jî birîndar bûn.   Danê êvarî li bajaroka Tewêle ya Hewremanê dema welatiyek destkarî li guleyek hewanê kir, hewan pêde teqiya û jiyana xwe ji dest da. Her wiha du kesên li gel welatî jî jî birîndar bûn.   Berdevkê Polîsên Helebceyê Muqedem Berzan Osman ragihand, di encama destkarîkirina di guleyek hewanê ya li bajaroka Tewêle de welatiyek jiyana xwe ji dest da û du welatiyên din jî birîndar bûn.   Berzan Osman diyar kir ku kesê jiyana xwe ji dest dayî 31 salî ye û xelkê Helebceyê bû. Her wiha her du birîndar jî rakirine nexweşxaneya beşa lezgîn a Helebce yê.   Berzan diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi salan e li Herêma Kurdistanê ji ber paşmahiyên çek û teqemeniyan gelek welatî dibin qurbanî. Heta niha jî li Herêma Kurdistanê bi hezaran donim zevî mayînkirîne û nehatine paqijkirin.