Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin 2023-04-11 20:56:58   RIHA- Li gundê Kadikoyê ya Wêranşarê cendirmeyan êrişî welatiyên ku bertek nîşanî GES'ê dan kir. Di êrişê de keyayê gundê Zokê û 2 jin hatin binçavkirin.    Li mezrika Duzukê ya gundê Kadikoyê yê navçeya Wêranşar a Rihayê, 2 jin û keyayê gund hatin binçavkirin. Şîrketa Kalyoncûyê ji bo li gund li ser 13 hezra donim erd Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) çêbike, bi makîneyên kar hat gund. Şêniyên gund jî ku bi sewalvaniyê debara xwe dikin, bertek nîşanî vê dan.    Piştî ku welatiyan bertek nîşan da, cendirme hatin gund û êrişî welatiyan kirin. Li cihê bûyerê bi ava şid û gaza îsotê êirşî gundiyan hat kirin. Cendirmeyan Fatma Derîn (22), Fîdan Derîn (24) û keyayê gundê Zokê Îbrahîm Dayan binçav kirin.    Hat hînkirin ku cendirmeyan her sê welatî birine Qereqola Cendirmeyan a Duzukê.