‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’ 2023-04-12 08:54:23   ÎZMÎR - Di vekirina buroyê ya navçeya Konak a Partiya Çepên Kesk de hate diyarkirin ku êdî kurd nayên înkarkirin û wiha hate gotin: “Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin”    Partiya Çepên Kesk li Taxa Mûmcûlar a navçeya Konak a Îzmîrê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê ya weke şahiyê derbas bû de dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “HDP gel e gel li vir e hatin berzkirin. Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kêm welatî tev li vekirina ku duh bi şev pêk hat bûn. Qurdeleya vekirinê Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz birî.    Kaçmaz, diyar kir ku kî tecrîdê rake û aştiyê bîne weke Dayikên Aştiyê dê dengê bidin wan û wiha got: “Em aştiyê ji bo gelê kurd, tirk û herkesê dixwazin. Ji bo gel û girtiyên di zindanan de dixwazin. Heta ku serokê gelê kurd azad nebe em ê vê têkoşînê bernedin. Wî xwe ji bo azadiya vî gelî feda kir. Lê kesên aştî û azadiyê naxwazin deriyên zindanan venakin. Heta ku Ocalan azad nebe kes azad nabe. Azadî di destê me de ye.”     ‘EM Ê MAL BI MAL BIGERIN’    Endamê Meclisa HDP’ê Hacay Yilmaz jî qala girîngiya navçeya Konakê kir û wiha got: “Ev der cihê Rahşan Demîrel û Denîz Poyrazê ye. Çi xweş e ku Denîz a Rahşanê porê şe kir di rêya Rahşanê de çû. Em dizanin ku wê bi milyonan mirovên vê di vê rêyê de bin. Em bi vê coşê hemû barikat, qirkirin derbas kirin û hatin vê derê. Me rê dît rê vekir. Bêyî gelê kurd, jinan, gelan û Partiya Çepên Kesk di vê erdnîgariyê de ne wê serokkomar bên hilbijartin ne jî wê Meclis bê avakirin. Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin û êdî wê kurd neyên înkarkirin. Em ê bi vê berpirsyariyê mal bi mal bigerin û her derê bi keskî boyax bikin, zindanên xwe azad bikin, em ê roja xwe ya azad hembêz bikin.”    Vekirina buroyê ya hilbijartinê bi gerandina govendê bi dawî bû.