ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-12 09:00:22   * Serhat Kayan ku ji girtîgehê derket diyar kir ku li ser girtîgehan her cureyê îşkence heye û got: "Tu tişt nedima nedikirin." Kayan, bang li raya giştî kir ku bibe dengê girtiyan.   * Keça manewî ya Erdogan Hatice Atan ku li Şirnexê nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye, careke din bû namzeta parlementeriyê ya AKP'ê.   * Berdevkê Partiya Çepên Kesk yê Meletiyê Medet Kilinç destnîşan kir ku sedemeke sereke ya karesata ji ber erdhejê çêbû desthilata AKP-MHP'ê ye û got ku wê di vê hilbijartinê de hesab ji desthilatê bipirsin.    * Ekîn Yeter ku bû Hevseroka Giştî ya OHD'ê, destnîşan kir ku daxwazên wan ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwazine rewa û qanûnî ne û got ku dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 751'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna 24'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB, têkildarî bernameya 1'ê Gulanê dê li Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya li Beşîktaşa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Dayikên Şemiyê têkildarî êrişa polîsan roja şemiya bihûrî ku li Qada Galatasarayê pêk anîn dê gilî bikin û li avahiya ÎHD'a Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00)   * MEBYA-DER dê li eywanek dawetê ya li navçeya Rezana Amedê xwarina fitarê bide. (19.00)   * Li Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li Îzmîr û Manîsayê bi beşdariya Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, li Bûrsayê bi beşdariya Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dê hevdîtina gel û vekirina buroyan bê lidarxistin. Li Amedê û gelek bajarên din jî dê namzetên Partiya Çepên Kesk werin pêşwazîkirin. (13.00, 14.30, 17.30, 20.00) ZINDÎ