Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin 2023-04-12 11:58:20   ENQERE/ÎZMÎR - Kes ango kesên nasnameya wan nediyar êrişî buroyên hilbijartinê yên Patiya Çepên Kesk ên li Enqere û Îzmîrê kirin.    Hat zanîn ku kes ango kesên nasnameya wan nediyar êrişî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes ên li bajarê Enqereyê û Îzmîrê kirine. Buroya hilbijartinê ya Enqereyê semta Huseyîngazî ya li navçeya Mamakê ye û bi êrişê re rûbirû maye. Li gorî agahiyên ku wezîfedarên buroyê dan; pêr alên Partiya Çepên Kesk hatine jêkirin û ala tirk li hemberî buroyê hatiye daliqandin.    Her wiha li dijî buroya hilbijartinê ya li navçeya Menemenê ya Îzmîrê jî êriş pêk hat. Du êrişkaran kêliya êrişa li dijî buroyê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kirin. Rêveberên partiyê diyar kirin ku ew ê derbarê her du êrişkaran de jî bilî bikin.