Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest 2023-04-12 12:50:06 ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê ku li navçeya Basayê bi keyayan re hevdîtin kir, gef li keyayan xwar û xwest ku her kes dengê xwe bide AKP’ê.   Piştî diyarkirina namzetan, partiyên siyasî li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Yek ji bajarên ku encama hilbijartinê lê tê mereqkirin jî Şirnex e. Namzetên AKP’ê yên bajar, hêj ji niha ve rastî gelek bertekan hatin û nîqaşên wan li ser wan didomin. Li hêla din jî rayedarên dewletê ji bo Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û AKP’ê seferber bûne.    Hat diyarkirin ku Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn sê roj berê çû navçeya Basan a Şirnexê û li Fermandariya Cendirmeyan bi keyayan re civînek li dar xist. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan; walî Bîlgîn gef li keyayan xwar û jê xwest ku di hilbijartinê de ji bo AKP’ê bixebitin. Çavkaniyan got ku walî Bîlgîn di civînê de wiha gotiye: “Her kes ji gund û taxa xwe berpirsiyar e. Ger hûn dengên xwe nedin AKP'ê, êdî hûn dizanin dê piştî hilbijartinê çi bi we bikim. Ez dizanim, hûnê herin bibêjin walî gef li me xwar. Erê rast e ez gefan dixwim. Lê vê yekê bizanin ku heke encam ne bi dilê me be, wê demê em ê bibînin bê ka halê we di çawa be. Ez reîsê xwe bi qurbanî we nekim.”   Piştî eşkerekirina namzetan, walî Bîlgîn seferber bû û navçe bi navçe digere û bi keya, leşker û rûspiyên herêmê re hevdîtinan dike.