Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin 2023-04-12 12:56:30   AMED - Diyar Galerîa ya Amedê di erdhejên Mereşê de hilweşiya bû û 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Mitehitê Diyar Galeriayê Sedat Eser li Enqereyê hate binçavkirin.    Yek ji bajarên ku ji erdhejên Mereşê de bibandor bûy jî Amed bû. Derheqê avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di erdhejê de li Amedê yek ji avahiyên hilweşiyayî jî Diyar Galerîa bû ku cenazeyê 89 kesan ji bin kavilên wê hatibûn derxistin. Hat zanîn ku mitehitê Diyar Galerîayê Sedat Eser di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Eser biryara girtinê dabû û Eser li Enqereyê hate binçavkirin. Tê payîn ku Eser ji bo karûbarên îfadegirtinê bînin Amedê.