Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye 2023-04-12 14:57:06 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Doza Kobanê, piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê kompaseke li dijî îradeya gel e. Dê mutalaa bibe fermana tunebûna îktîdarê.”   Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 1’emîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.    Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk , endamên MYK û Meclisa Partiyê (PM) ên HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn.    Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    TEVÎ ERDHEJÊ JÎ DANIŞÎN DOMIYA   Di danişînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag axivî û got ku şande û dadgeh pêvajoya darizandina “mîna kamyona frena wê teqiyayî” birêve dibin û tu pîvan û qaîdeyan nas nakin. Yuksekdag, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Êdî hûn qet nakevin hewldana ku qaşo kiribe. Di pêvajoya erdhejê de em bûn şahidê vê rastiyê. Du meh berê erdhej hejiya û mîna jehrê li jiyanê bû. Jiyan, ji bo kesên li herêmên erdhejê dijîn veguherî dojehê. Ev rewş hêjta didome. Di roja duyemîn a erdhejê de me hêj şoka wê li ser xwe neavêtibû ku serê sibehê bang hat kirin; ‘22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran we vedixwîne danişînê.’ Êdî kêliyeke wisa bû ku hêrs jî bi têrî bertekê nake. Min wê demê ferq kir ku min hesta xwe ya hêrsbûnê ya li dijî we winda kiriye. Ev kesên li hemberî ku me weke dijminên xwe dibînin, êdî dijminên me jî nînin. Hûn nikarin êdî bibin dijminên me jî. Min nekarî li xizmê xwe yê li Edeneyê bigerim.   PÊDIVIYA ÎKTÎDARÊ BI BIRYARA KOBANÊ HEYE   Tevî ku di erdhejê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan jî danişîn nehatin taloqkirin. Ji ber ku kesên li qesrê dimînin li benda biryara we ne. Di demekê ku mirov ketin derdê canê xwe, dadgeh û dozger ji bo me xebitîn. Di erdhejê de dewlet tune bû lê ji bo ku di vê doza kompasê de darazê li hemberî me weke çekekê bi kar bîne heye. Hûn, navenda propagandaya hilbijartinê ne. Ji bo ku Erdogan namzetê serokkomariyê yê li hemberî xwe têk bibe, pêdiviya wî bi vê biryarê heye. Vê biryarê bi kar tîne û wisa siyasetê dike. Di qonaxeke wiha girîng de biryara we xwe li navenda siyasetê bi cih dike. AKP-MHP’ê heta niha jî rewşa me ya dîlgirtîbûnê bi kar anîn û siyaseta xwe li ser vê kirin. Dema pêl bi pêl hemû kes kirin dijminên xwe, kampanyayên xwe yên hilbijartinê li ser me meşandin û em weke hedef nîşan dayîn, winda kirin. Mutalaaya dozger beg dê bibe fermana tunebûna îktîdarê. Ev îktîdara siyasî ji hêla exlaqî ve ji xwe tune bûye.    LI EYWANÊN DADGEHÊ SÛC HATE KIRIN   Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derheqê min û hevalên min de hene. Hûn jî derkevin û bibêjin ‘em DMME’yê nas nakin.’ DMME’yê hem şahidên we û hem jî delîlên we vala derxistin û di biryara xwe de israr kir. Li eywanên van dadgehan sûc hate kirin. Hûn jî şirîkên vî sûcî ne. Şahid derewîn bûn, wesfê şahidiyê lê nebû. Pir girîng e ku mutalaaya derheqê esasê de bêyî rapirsîna me were kirin hatiye amadekirin. Gelo hûn çima şêweyê xebitîna vê derê çima ewqas bi tehemûlê xera dikin? Tu têkiliya vê rewşê bi aqil û mentiqê ve nema ye. Çima rapirsîn beriya mutalaayê tê girtin? Hûn weke butona qurfê dixebitin. Ji bo hilbijartinê mehek ma û hûn dê daxwaza îktîdara siyasî pêk bînin. Lê destên me û gelê me jî sêvan kom nakin. Me rêya siyaseteke nû, rêya siyaseta demokratîk şoreşger a gelên me vekir û em ê ji vir û şûnde jî mil bidin milên hev û rêya xwe bidomînin. Rêya hemû gelên me yên di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev vekirî be.”    KIŞANAK: HÛN NIKARIN DOZÊ BI HILBIJARTINÊ RE BIGIHÎNIN   Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak jî di serî de qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Şandeya dadgehê ji bo bicihanîna fermanê dixebite. Hûn ji qesta ewqas xwe parçe parçe dikin. Ji ber ku hûn nikarin bigihijînin hilbijartinê. Hûn jî bi vê dizanin lê dibêjin; ‘Qet nebe em mutalaayê bixwînin da ku hikûmet bikare li qadên hilbijartinê vê bi kar bîne.’ Di bingeha wê de ev rastî heye. We ev dosya li gorî serê xwe tije kir û heta îro anî. Hûn wî cubeyê we li xwe kiriye tune dihesibînin. Bi ser xema we ve nîne. Ji xwe qet bi ser guhê me ve nîne. Tenê ji bo ku di vê dosyayê de hemleyeke dijber bikin biryara neşopandinê hate derxistin û li vir hincet hatin afirandin. Yên ku hiqûq bi vî awayî binpê kirin, hûn in. Çawa bi kêrî karê we bihê, wisa bi kar bînin. Ji bo birêvebirina pêvajoya siyasî, hûn bi hev re dixebitin. Hûn tevek jî sûcdar in. Em ne bersûc lê dozdar in. Em li hemberî kesên ji bo desteserkirina şaredariyan dosyayên kompasê amadekirin dozdar in. Yên ku dê bibin bersûc, ew kesên ev kompas amade kirinin. Me gelek caran vegot. Vî gelî û îradeya gel a daxwaza aştiyê dikir, di 7’ê hezîranê de bend ji holê rakir û hat. Bi hilweşandina bendê re vê rejîma otorîter dest bi bendên kompasê yên nû kir. Çepên Kesk tê. Hemû kesên ji demokrasiyê bawer, yên baweriya wan bi aştî û azadiya jinan tê ji bo di bin sîwana Çepên Kesk de bendên kompasê  hilweşînin tên.    DÊ KOMPASGER DI 14’Ê GULANÊ DE HESABÊ BIDIN   Dê jin di hilbijartinê de bendên li hemberî azadiya wan hatine danîn hilweşînin. Dê îradeya azadî û wekheviyê ya jinan bi ser keve. Dê zîhniyeta ‘îtaet bike, rehet bike’ dê di wê sindoqê de têk biçe. Ev dozên kompasê li hemberî bendên di 7’ê hezîranê de hatine hilweşandin hatin vekirin. Di 7’ê hezîranê de îradeya gel aştî tercîh kir. Lê we ji bo vî welatî di nava xwînê de bifetisînin û ji bo rê li ber polîtîkaya şer vekin ev kompas çêkir. Lê êdî roja wê hatiye. Dê hesaba vê kompasê ji ewil li ser sindoqan û piştre jî li pêşberî darazeke serbixwe were pirsîn. Hûn çi qas dixwazin ewqas kompasan çêbikin lê em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Roj dê were, dê çerx biguhere û kesên ji kompasger, yên hêviyê ji xwînrijandinê dikin û edalet qetil kirin hesabê bidin. Dê di 14’ê Gulanê de li ser sindoqê û li hemberî gelê me hesabê bidin. Ev yek ewqas hêsan û erzan nîne. Rêya valaderxistina vê kompasê ew e ku li ser sindoqê hesab were pirsîn. Dê vê bikin û tu gumana me ji vê nîne. Ev gel pir baş dizane bê ka tiştên bi serê wan hatine tên çi wateyê.    Ez ji we dipirsim; gelo beriya rapirsînê mutalaa çawa tê xwendin? Em tevek jî girêdayî hev in. Em nûnertiya vîna vî gelî dikin. We îdianameyeke me tevan eleqeder dike nivîsandiye.    DÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK JI SINDOQAN ÎRADEYA AZADÎ Û AŞTIYÊ DERXÎNE    Hefteyek berê ji qada siyasetê ferman dan dadgeha we. Îradeyeke te ya azad tune ye, qet nebe bihêle ez biaxivim. Ji destpêkê heta niha ev dosya doza bêdengkirina muxalefeta demokratîk e. Em dibêjin ku tiştên weke delîl hatine nîşandan delîl nînin. Heke hûn bibêjin dîktatorî heye, mafê axaftinê tune ye, wê demê tiştekî dikare were gotin nîne û ceza bidin bila biçe. Lê heke hûn weke ku hebe tevbigerin, wê demê em jî gotina xwe bikin. Di biryarên we de çi were gotin, hûn li gorî wan gotinan tevdigerin. We azadiya me ji me dizî em ê çawa derheqê kompasan de neaxivîn? Hûn bi kîjan mafî vê diziyê dikin? Hûn azadiya 7 milyon mirovên deng dayîn çawa didizin? Dê ev çerx wiha negere. Otorîte û zext demkî ne. Lê hesta azadiyê her tim xwedî wê hêzê ye ku wê otorîteyê hilweşîne. Dê hilweşîne jî. Em ji dil bi vê bawerin. Dê Partiya Çepên Kesk bendên kompasê hilweşîne û îradeya azadî û aştiyê ji sindoqan derxîne. Ev darizandin nehatiye qonaxa mutalaayê. Hevalên me hêj jî parastina xwe nekirine. Hêj tu hevalên me jî mafê xwe yê parastina zêdek bi kar ne aniye. Heke hûn bibêjin em fermanên qesrê pêk tînin, wê demê ev yek pirsgirêka we ye. Hûn bixwazin di dîrokê de çawa bên bibîranîn, li wir bisekinin.”   USTUN: REWABÛNEKE DOZÊ NEMA   Siyasetmedar Emîne Beyza Ustun jî got ku dadgeha çawa ku tengijî, serî li îfadeyên şahidên nepen daye û ev tişt anî ziman: “Em van delîlên derew qebûl nakin. Em pêvajoya darizandinê rast nabînin. Me got bila li dijî belgeyan delîl bên vekolandin lê hûn lêkolîn nakin. Hevalên me hêjta parastinên xwe nekirine. Pêvajoya darizandineke adilane tune ye. Ez tu delîlên dijber qebûl nakim, em qebûl nakin. Tu rewabûneke hiqûqî yê vê darizandinê nîne. Vê darizandina neadilane bi dawî bikin. Tevahiya hevalên me di vê pêvajoya hilbijartinê de ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Ji bo li qadê demokrasî jinûve bê avakirin em di nava hewldanan de ne. Derfetê bidin ku em ji bo we jî ava bikin. Hemû hevalên me yên girtî berdin.”