ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-13 09:00:11   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ahmet Başak anî ziman ku Botan dê îsal rê nede diziya dengan û got: "Em ê di 14'ê Gulanê de hesabê xwezaya xwe, hesabê xespkirina şaredariyên xwe û em ê hesabê dengên parlementerên xwe yên hatin dizîn bipirsin."    * Serokê ÎHD a Şaxa Wanê Mehmet Karataş anî ziman ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bihata bidawîkirin û got, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye.    * Di îdianameya Hevserokê DFG’ê Serdar Altan de bibîranîna Mûsa Anter weke “daxuyaniya rêxistinî” û daxuyaniyên têkildarî rojnamegerên girtî û yên hatine qetilkirin jî weke “delîla” sûc hatiye hesibandin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 752’yemîn de berdewam dike.    * Rûniştina 2’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Partiya Çepên Kesk dê li Mêrdîn, Amed, Stenbol, Îzmîr, Êlih, Sêrt, Cizîrê û Enqereyê xebatên hilbijartinê yên weke “danasîna namzetan û vekirina buroyan” pêk bîne. (11.00-20.30)   * Partiya Çepên Kesk wê li navçeyên Kûşadasi, Soke û Dîdîm yên Aydinê û li navçeya Menteşe ya Mûglayê buroyên hilbijartinê veke. (12.00, 14.00, 15.30, 18.00) ZINDΠ   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî 1’ê Gulanê de wê li Odeya Avahîsazan civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)    * Danişîna derbarê cîgirê midurê li navçeya Cizîrê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kir de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (14.00)   * Danişîna doza derbarê polîsên ku ji ber cilên herêmî li xwe kiribûn li Nisêbînê 2 kes derb kirin wê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Nisêbînê bê lidarxistin. (14.00)