Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin? 2023-04-13 09:58:43 MÊRDÎN - Malbat û xizmên Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan û endamê HPG’ê Mûsa Kahraman ku li herêma Omeriya hatin kuştin, dibêjin ku ew guman dikin her du kes jî ji aiyê kontrayan ve hatine înfazkirin.    Li gundê Cinata yê li herêma Omeriya Mêrdînê di 8’ê nîsanê de endamê HPG’ê Mûsa Kahraman û xalê wî Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan hatibûn kuştin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kiribû ku her du kes di encama “operasyonê” de hatine kuştin û ev daxuyanî dabû: “2 terorîst, bi operasona POH û îstîhbarata emniyete li Omerya Mêrdînê kuştî hatine destesererkirin.” Lê belê xelkê herêmê û malbatên herdu kesan dibêjin ku her du jî hatine înfazkirin.    LEŞKER JI ŞER BÊXEBER IN!    Li gorî agahiyên me ji şêniyên herêmê û malbatan wergirtiye; roja bûyerê tu şer li herêmê neqewimiye. Li gorî îdiayê; Gorgun roja bûyerê Gorgun ji bo Kahraman ê li herêmê bi tenê maye bi motosiklêta xwe çûye çoltera gund. Şêniyên herêmê û xizmên wan dibêjin, piştî ku Gorgun û Kahraman li motosiklêtê siwar dibin û vedigerin gund li cihekî xalî, kesên nasnameya wan nediyar ku kemîn danîne çepûrast gulebaran dikin û wan dikujin.    Hin şêniyên gund ku dengê sîlehan bihîstin li qereqola herêmê geriyan û ber bi cihê bûyerê ve çûn. Gundî dibêjin ku ji cihê bûyerê wesayîtek sivîl direviya. Şêniyên gund cenazeyên Kahraman û Gorgun li cihê bûyerê dîtin û agahî dan leşkeran û hatin cihê bûyerê. Leşker cenazeyan dixin torbeyan û bi sîlehan wêneyên xwe girtin. Yek ji van wêneyên qala wan tê kirin Soylû jî parve kir.    GELO KONTRO DI DEWRÊ DE NE?    Hûrguliyek din a balkêş derbarê bûyerê de jî ew e ku aqûbeta motosiklêta Gorgun û Kahraman lê siwar bûbûn. Malbat û xelkê gund dibêje piştî bûyerê motosiklêt winda bûye. Her du kes ji aliyê kî ve hatine qetilkirin baş nayê zanîn û nediyarbûna wê didome. Malbat û xelkê gund dibêje, grûbên kontragerîla yên wek “Tîma Hançer/Biçak” ve hatine înfazkirin û berpirsiyar in.