Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin 2023-04-13 10:15:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku Tirkiyeyê di nava salekê de 21 hezar kes li şûna xwecihên kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.   Di çarçoveya guhartina demografiya herêmên dagirkirî de li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Tirkiye malbatên çeteyan li şûna şêniyên bi darê zorê koçber bûne, li herêmên dagirkirî bi cih dike.   Li gorî çavkaniyên li Girê Spî, ji meha Nîsanê ya par ve, Tirkiye 21 hezar kes li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirine.   Li gorî Meclisa Kantona Girê Spî, Tirkiye û çeteyên girêdayê wê di dawiya 2019'an de Girê Spî û gundewarên wê dagir kirin, di encamê de zêdetirî 100 hezar welatiyên bajêr û gundewarên wê bi darê zorê koçber kirin.   Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan di nîsana 2022'yan de gotibû li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî dest bi avakirina mêtingehan kirine û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan li herêmên dagirkirî kirine.   Çavkaniyên ji herêmê ji ANHA'yê re eşkere kirin ku di 3 mehên dawîn de 9 hezar û 181 niştecih derbasî bajêr û gundewarên Girê Spî bûne.   ANHA'yê di 2022'yan de piştrast kiribû ku 12 hezar û 757 niştecih di deriyê Girê Spî yê bi ser sînor ve derbas bûne. Ew niştecih ji Humis, Heleb, Idlib û Xûta Şerqiyê ne.   Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ew niştecih li mal û gundên koçberan belav kirin.   Hemwextî niştecihbûnê, Tirkiyeyê bi pereyên komeleyên Qeter, Pakistan û Efganistanê li aliyê rojavayê Girê Spî û bajarokê Eyn Eros, li nava eraziyên koçberan ku qaşo “Meclisa Xwecih a Girê Spî” desteser kirine, avahiyên mêtingehê ava dike.