YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir 2023-04-13 14:35:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê ku dê di 14’ê gulanê de bê lidarxistin, erê kir.    Şandeya Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) pûsûlaya dengan a ji bo hilbijartina serokkomariyê weşand. Li gorî vê; di pişka berê hatibû kişandin de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan di rêza yekemîn de cih digire.    Di rêza duyemîn de namzetê Partiya Memleket Mûharrem Înce, di rêza sêyemîn de namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû û di rêza dawîn de jî namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan cih digire.