HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da 2023-04-13 15:02:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê bi navê Lokman Gorgun ku bavê 8 zarokan bû û endamê HPG’ê Mûsa Kahraman li Mêrdînê hatibûn kuştin. HPG’ê têkildarî Gorgun û Kahraman daxuyanî da.    Endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar/Çiyager) û welatiyê bi navê Lokman Gorgun ku bavê 8 zarokan bû, li herêma Omeriya ya Mêrdînê hatibûn kuştin. Tê gotin ku Kahraman û Gorgun hatine înfazkirin. HPG’ê, têkildarî Kahraman û Gorgun daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê got ku tevî biryara “bêçalakîtiyê” jî êrişên dewleta tirk berdewam in û ev agahî dan: “Artêşa tirk welatparêzê kurd Lokman Gorgun ê bêçek, sivîl û bêguneh bêyî ku bidarizîne înfaz kir û sûcê şer kir.”