Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir! 2023-04-13 15:41:18 STENBOL - Nivîskar Asli Erdogan pirtûka xwe “Artık sessizlik bile senin değil (Êdî bindestî jî ne ya te ye)” ku ji girtî Erdogan Ûçar re şand, ji aliyê desteya disiplînê ya girtîgehê ve bi hinceta “hêmana sûc e” qedexe kir. Dozger û dadger jî biryara qedexeyê erê kir.    Erdogan Ûçar li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 3’yan a Tîpa T’yê tê ragirtin. Nivîskar Asli Erdogan pirtûka xwe “Artık sessizlik bile senin değil (Êdî bindestî jî ne ya te ye)” ji Ûçar re şand. Îdareya girtîgehê pirtûkê desteser kir û neda Ûçar. Desteya disiplînê ya girtîgehê bi hincetên nivîsên di hundirê pirtûkê de wek “hêmana sûc” dît û asteng kir. Tevî îtîraz û serlêdanên Erdogan Ûçar jî dozgerî û dadgeriya Îzmîrê biryara qedexekirina pirtûkê “guncav” dît û biryara qedexekirina girtîgehê erê kir.