'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be' 2023-04-13 17:00:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Fraksiyona YNK’ê yê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa ragihand ku Hêzên Hevpeyman ji bo parastina ewlehiyê, ji beriya serdanê Tirkiye agahdarkiribû ku şandeyek payebilind a Hêzên Sûriya Demokratîk û leşkerên Emerîkayê wê biçin Silêmaniyê.   Di 3’yê nîsanê de dewleta Tirk a dagirker, rêya hewayî ya ji bo Balefirgeha parêzgeha Silêmaniyê girt. Her wiha di êvara 7’ê Nîsanê de êrişek hewayî bi rêya balefirên bê mirov ve li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê hate kirin. Di êrişê de ti ziyanên jiyanî çênebûn. Piraniya nîşaneyan di vî milî de ye ku êriş ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin.   Serokê Fraksiyona Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê li Parlamentoya Iraqê û Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa di derbarê êrişa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de ji Dengê Emerîkayê re axivî û ragihand ku Hêzên Hevpeyman ji beriya serdanê Tirkiye û Iraqê di derbarê civîna navbera berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), berpirsên Emerîkayê û YNK’ê ya li parêzgeha Silêmaniyê agahdar kiribû.   Herêm Kemal destnîşan kir ku dewleta tirk ji berê de agahdar bû ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê ye, pêwîst ne dikir ku kesek din agahiyê bidaba wan.   Herêm Kemal Axa di derbarê tometbarkirina DijîTerorê bi agahîdayîna li ser serdana Mazlûm Ebdî ya ji bo Silêmaniyê de wiha axivî: “Hêzên DijîTerorê, gelek bi hêzin û xwedî navûdengek bilind û xweşik in. Bi berdewa li gel artêşa Iraqê û artêşa Emerîkayê tev li operasyonan dibin. Ji ber wê hêzek pêbawere û bihêzin. Niha jî di operasyonan de çalakin û berdewamin. Balefirgeha Silêmaniyê ne baregehek di nav de heye, ne jî pirsgirêkek heye. Mazlûm Ebdî mêvanek bû hatibû ku mêvanê Hêzên Hevpeyman bû. Hêzên Hevpeyman di derbarê hatin û çûyînê de jî Tirkiyeyê agahdarkiribû. Li aliyê din peywendiyên QSD’ê li gel Iaqê heye û li gel Hêzên Hevpeyman di şerê dijî terorê de hevkariya hêzên Pêşmerge û hêzên Dijeterorê dikin. Tişta ku Tirkiye dike, beşek ji şerê hilbijartinê ye, ne tiştek din e.”   Herêm Kemal Axa herî dawî eşkere kir ku li gor rapora ku gihiştiye destê wan, bombeya teqiyaye diyar e û kargeha ku wê çêkiriye jî heye, di raporê de derketiye holê ku Tirkiye van bombeyan çêdike ku li gorî radarên balefirgehên Kerkûk û Silêmaniyê, tu guman nîne.