Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye 2023-04-13 17:58:41       ENQERE – Parêzer Kenan Maçoglû, ji heyeta dadgeha Doza Kobanê re got: "Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye. Gava erdhej çêbû, planên dewletê serobino bûn û dozger beg mutalaaya ku amade kiribû neda."    Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.   Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, endamên MYK û PM’ê yên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li danişînê bûn.    Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.   Parêzer Kenan Maçoglû ku di danişînê de axivî, diyar kir ku heyeta dadgehê ferman ji "qesrê" girtiye. Maçoglû destnîşan kir ku berî ku parastina kesên ku di dosyeyê de tên darizandin biqede guh li şahidan hatiye kirin û ev tişt gotin: "Berê di şandeya we de Bahtiyar beg hebû. Em çûn dadgeha wî ya ewil û me temaşe kir. Ew li xwe mikur hat. Got, gava ew tev li vê dosyeyê bûye xwe wekî peywirdarê MÎT'ê dîtiye û bi vî awayî serokatiya dadgehê kiriye. Lê dîsa jî, berkesê we hin hukmên CMK'ê pêk dianîn. Lê we çi kir? Lêpirsîn temam nebû, hûn rabûn we şahid guhdar kirin.Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê hebû. Hûn li gor salnameya hilbijartinê hereket dikin. Fermaneke bi vî rengî ji we re hat. Gava em li vir pirsan ji şahidan dikin, dozger îtiraz dike û li ber radibe. Em bi dozgerekî wiha re rû bi rû ne. Dozgerekî ju li ber hemû biryarên berdanê radibe. Ferman ji we re hatibû, wergirtina mutalaayê bû. Ger we ev bikira, hûn ê bi rihetî bigihîştana hilbijartinê, lê erdhej çêbû. Gava erdhej çêbû, planên dewletê serobino bûn û dozger beg mutalaaya ku amade kiribû neda. Çend roj berê serokkomar cardin ev dosye kir rojeva xwe. Em çi bibêjin jî, ajandayek li ber we heye û li we hatiye ferzkirin. Hûn newêrin derî vê ajandayê hereket bikin."     Danişîn didome.