Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya 2023-04-13 21:59:59   AMED – Namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk li Pasûrê di fitariya MEBYADER’ê de bi gel re civiyan. Her wiha partiyê li navçeya Sûrê jî buroya hilbijartinê vekir.   Li navçeya Pasûrê ya Amedê bi pêşengiya MEBYADER’ê ji bo fitariyê xwarin hat dayîn. Xwarin li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pasûrê hat dayîn. Namzetên parlementeriyêy ên Amedê yên Partiya Çepên Kesk, rêveberên HDP’a Pasûrê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tevlî xwarinê bûn.    Beriya fitariyê HDP’a Pasûrê namzetên parlementeriyê yên Amedê bi geld a naskirin. Paşê dua hatin kirin û beşdar fitirîn. Piştî fitariyê namzetên parlementeriyê bi gel re sohbet kirin.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn bilêv kir ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê dersa demokrasiye didin û got: “Tevî hemû zextan jî ji bo gelen Tirkiyeyê bûne neferên demokrasiyê û em ê demokrasiye bînin.”    Namzetên parlementeriyê Adalet Kaya , Serhat Eren û Sorgul Aytek Avşar jî axivîn. Namzetan îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û li seranserê Tirkiyeyê belav bûye kirin û bang gel kirin ku ji bo şikandina tecrîdê biçin ser sindoqan.    Bernameya fitariyê piştî axaftinan bi dawî bû.    SÛR Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk ) a Amedê li Taxa Ferît Koşkê ya navçeya Sûrê buroya hilbinartinê vekir. Namzetên parlemeteriyê  yên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk û Mehmet Emîn Aktar Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn. Girse beriya vekirinê li ber stranan govend gerand. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", “Wê Amed ji faşîstan re bibe goristan” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Beriya vekirina buroyê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakık Tekîn axivî. Tekînê diyar kir ku bi sedsalan e bi polîtîkaya serdestî, înkar û îmhayê re rû bi rû ne ne û got: “Ev kesên niha li vir amade ne ji bo ku di 14’Gulanê de bersivê bidin vê polîtîkayê.” Piştre Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan anî ziman ku desthilata AKP-MHP’ê tu tiş nemaye neaniye sere erdnîgariya Kurdistanê û wiha pê de çû: “Kuştin, mirin, talanikirin, sirgûnkirin… Digotin em ê kurda tasfiye bikin. Digotin em ê siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Digotin em ê tekoşîna kurda tasfiye bikin. Lê yê ku niha bi tasfiyê re bû bi rû maye ew in, ne emin. Yên ku wê biçin ser sergoyê dîrokê ew in, ne em in.  Em ê zilmê têk bibin, azadiyê diyarî gelê xwe bikin. Em bi siyaseta xwe û gelê xwe bawer in em ê faşîzmê têk binin. Em ê bigihîjin kesên ku heta niha dengê xwe nedaye me,  em bigihîjin hev û bibin yek,  Amed rengîn bikin yek. Em ê serketina 14’ê Gulanê diyarî erdnîgariya kurd û Kurdistanê bikin.” Piştre namzetê parlemeteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar axivî. Aktar diyar kir ku bi sedsalan e  ji bo azadiyê têdikoşin û got: “Di salên dawî de desthilatdarî dixwaze kurdan bi dest bixe. Lê ew tu carî nikarin vîna me bi dest bixin. Hûn dikarin bi zext û zorê qeyûm tayîn bikin, lê hûn nikarin vîna van kesan bi dest bixin. Em ji bo aştiyê hene, lê hûn nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Wê gel di hilbijartinan de nîşanî we bide. Dema em werin hilbijartin em ê li her derê ji bo ziman û çanda xwe têbikoşin.” Piştî axaftinan dayikên taxa Ferît Koşkê bi dirûşmeyên “Jin jiyan Azadî” û tîlîliyan buroyê vekirin.