Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin 2023-04-13 22:50:03   ERZIROM – Meral Daniş Beştaş a HDP’î ku li Qereyaziyê qeza kir, sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hat kirin. Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat hînkirin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyazî ya Erziromê qeza kirin. Beştaş ku di wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat derxistin û bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê hat kirin. Piştî mudaxileya ewil ku li ber nexweşxaneyê di hundirê ambulansê de hat kirin, Beştaş sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hat kirin. Hat diyarkirin ku Beştaş li ser hişê xwe ye û bi guman ku hestiyê newqa wê şikestiye sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hatiye kirin. Li gor agahiyên ku Sekreteriya Giştî ya Meclisî belav kirin, Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr ê Erziromê bi BEştaşê re axiviye û ragihandiye ku tu talûketeke wê ya jiyanê tune ye.