ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-14 09:00:06   * Di îdianameya Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş de, rojname û pirtûkên kurdî, nameyên jê re hatine şandin û hevpeyvînên ku wî çêkirine sûc hatine hesibandin.   * Du meh di ser erdhejê re derbas bûye, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Li Meletiyê mexdûrên erdhejê yên di konan de dimînin diyar kirin ku dema baran dibare konên wan di dilopan dikin û îşaret bi nebûna av û ceryanê kirin.    * Şêniyên gundê Memûrêkê ku li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezaya herêmê Platforma Piştevaniyê ya Memurekê ava kirin, 8 roj in di nobedê de ne. Şêniyên gund dixwazin kavilên li nêzî wan hatine rêtin bên rakirin û dawî li talankirina xwezaya herêmê bê.   * Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen diyar kir ku Enqere mehkûmî siyaseta du bend nebûye û got: “Wê ji niha şûn ve li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn were.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 753’yan de berdewam bike.    * Rûniştina 3’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Partiya Çepên Kesk wê li Amed, Dêrsim, Êlih, Îzmîr, Mûş, Edene, Mêrsîn, Aydin, Sêrt û Cizîrê buroyên hilbijartinê dê bên vekirin û bi danasîna namzetan wê xebatên hilbijartinê bên domandin. (10.00-20.00)   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş wê li Gever û Wanê; bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Kepeza Antalyayê û Denîzliyê; bi tevlibûna Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk wê li navçeyên Nisêbîn û Qoserê, bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê jî wê li Tekîrdag û Stenbolê buroyên hilbijartinê bên vekirin. (11.00, 14.00, 14.30, 15.00, 17.00, 18.00, 20.30) ZINDÎ