Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne 2023-04-14 09:02:24   MELETÎ - Du meh di ser erdhejê re derbas bûye, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Li Meletiyê mexdûrên erdhejê yên di konan de dimînin diyar kirin ku dema baran dibare konên wan di dilopan dikin û îşaret bi nebûna av û ceryanê kirin.    Li Meletiyê ku bandor ji erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê girtibû, zêdetirî hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek avahî hilweşiyan. Tevî ku 2 meh di ser erdhejê re derbas bûne, hê jî li bajêr gel bi pirsgirêkan re rû bi rû ye. Li bajêr ji aliyekî ve rakirina kavilan berdewam dike ji aliyê din ve jî mexdûrên erdhejê di nava neçariyê de hewl didin ku pirsgirêkên xwe yên jiyanî çareser bikin. Mexdûrên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyane û di konan de dimînin, ji ber baranê, nebûna av û ceyranê bi gilî û gazin in. Li Navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê ku em bi mexdûrên erdhejê re axivîn ku di konan de dimînin. Mexdûran bi lêv kir ku ava vexwarinê ya paqij bi dest wan nakeve û ceyran tune ye û gotin ku dema baran dibare konên wan di bin avê de dimînin.    'EM DI NAVA HERIYÊ DE NE'   Mexdûrê erdhejê yê bi navê Dogan Dogan ku di kon de dimîne bi lêv kir ku ev 2 meh in ew di kon de ne û ev tişt anîn ziman: "Ne ceyran heye ne jî av, em bi derfetên xwe diçin avê tînin û pêdiviyên xwe dabîn dikin. Ez di heman demê de xwendekar im. Îsal ez ê bikevim ezmûna zanîngehê, lê ji ber ku ceyran tune ye nikarim li ezmûnê bixebitim. Em 3 an jî 4 rojan li derve man, pişt re me bi zorê kon wergirt. 2 meh in em di kon de ne. Dema baran dibare, konên me dilopan dikin. Çend roj in em di nava heriyê de ne. Daxwaza me ew e ku pirsgirêka me ya xwarin, av û ceyranê bê çareserkirin."    '3 ROJAN EM LI DERVE MAN'   Mexdûrê erdhejê Alîşan Parçikali jî diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan xesareke mezin dîtiye û zavayê wan jî jiyana xwe ji dest daye. Parçikali destnîşan kir ku piştî erdhejê ew çend rojan li derve mane û wiha got: "Em 3 rojan li derve man. Derve pir sar bû, em carinan di wesyaîtê de diman, carinan jî me li derve agir vêdixist û roja xwe wisa derbas dikir. Di wê pêvajoyê de, me tu alîkariya dewletê nedît. Gel û dilxwazan alîkariya me kirin."    'AVA PAQIJ TUNE YE'   Parçikalî anî ziman ku dema baran dibare konê wan dilopan dike û îşaret bi nebûna ava paqij û ceyranê kir. Parçikalî wiha rewşa xwe ya di kon de xulase kir: "Dema baran dibare hûndirê kon tev dibe av. Her wiha pirsgirêka me ya ceyranê û ava paqij jî heye. 2 meh in ava me qirêj e, ji ber vê em bi derfetên xwe pirsgirêka avê çareser dikin. Lê ji ber tunebûna ava paqij, em bi pirsgirêkên paqijiyê re rû bi rû ne. Me tu alîakriya dewletê nedît. Jixwe ev çadir jî xêrxwazan daye me."   Parçikalî bi lêv kir ku daxwaza wan çareserkirina pirsgirêka xaniyan e û got: "Li Meletiyê gelek avahî hene ku xesar dîtine, lê tu xebatek jî tune ye. Daxwaza me ew e ku demildest pirsgirêka welatiyan a xaniyan bê çareserkirin. Kon nikarin pêdiviyên mirovan dabîn bikin. Lê tevî vê jî hê jî milet tê konan dixwaze, lê hê jî pirsgirêka konan heye."   MA / Mahmût Altintaş