Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire 2023-04-14 10:43:37   STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî da zanîn ku li dijî tecrîdê serî li Baroya Stenbolê dabûn û wiha got: “Rewşa heyî ya baroyê nîşan dide ku ew jî di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û ev zêdetirî 2 sal in tu agahî jê nayên girtin. Piştî bidawîbûna “Pêvajoya guftûgoyê” ya di navbera salên 2013-2015’an de, îktîdar careke din li polîtîkayên înkar û redkirinê vegeriya. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş piştî bidawîkirina pêvajoyê veguherî “Tecrîda mutleq.” Hewldanên neteweyî û navneteweyî yên li dijî tecrîdê jî ji hêla îktîdarê ve jinedîtî ve tên. Di serî de şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Riha, Mêrsîn û Stenbolê, li gelek bajaran OHD’ê ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî, rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, ji bo bicihanîna mewzûatên navxweyî û navneteweyî serî li baroyan dan û jê xwestin ku bikevin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de 155 parêzerên girêdayî Şaxa OHD’a Stenbolê di 21’ê mijdara 2022’yan de serî li Baroya Stenbolê dan.    Hevserokê OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî têkildarî serlêdan û pêşketinên heyî bi ajansa me re axivî.    HELWESTA BAROYÊ   Îsteklî, diyar kir ku sedema girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “Rol û rista ku Abdullah Ocalan ji bo gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn li xwe girtî ye” nirxand û wiha got: “Bi sepana tecrîda bênavber re dixwazin cihê Ocalan a di nava civakê de qels bikin. Ji b rakirina recrîdê hewldan hene. Herî dawî jî em bi şandeya Ewropayê re çûn serdana Baroya Stenbolê. Weke ku tiştekî wiha qet tune be, weke ku cihekî bi navê Îmraliyê tune be û weke ku tu astengî li pêşiya parêzeran nebin tevgeriyan. Dema me mijar vedigot jî nexwestin di vê mijarê de biaxivin.”    Bi domdarî Îsteklî destnîşan kir ku seroka Baroya Stenbolê ya nû Fîlîz Saraç piştî ku di hilbijartinê de bi ser ketî ji bo parêzerên çepgir û sosyalîst gotiye; “Kesên kîmyewî û terorîst winda kirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihê ku niha baro lê disekine tam li gorî nêrîna hikûmet û dewletê ye. Bi heman awayî li civakê jî dinêrin. Lewma jî mezintirîn baroya cîhanê anku Baroya Stenbolê di nezera me de xwedî tu wateyekî nîne. Ji bo me ya girîng ne hejmara parêzaran a baroyan lê karîgeriya wê girîng e. Ne tenê di mijara tecrîdê de, di çareserkirina mijarên din de jî Baroya Stenbolê tiştekî nake.”    'BÊHIQÛQTÎ JI ÎMRALIYÊ BELAV DIBIN’   Di berdewamê de Îsteklî bêdengiya Wezareta Dadgê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Wezareta Dadê di vê mijarê de tu nêrîneke erênî yan jî neyînî parve nake. Ev yek nîşan dide ku li Tirkiyeyê tiştekî bi navê hiqûqê nema ye. Bi birêz Ocalan re êdî ew hiqûqa heyî ya biçûk jî hate tecrîdkirin. Lewma jî di esasê xwe de feraseta bêhiqûqtiya ku hikûmet li gelên Tirkiyeyê, kurdan, welaparêzan, bindestan, penaberan, jinan û zarokan dike bingeha xwe ji Îmraliyê digire. Anku sedema temamiya van bêhiqûqtiyan ji Îmraliyê derket û niha li tevahiya civakê belav bûye. Bêguman ev hewldan, hewldanên rejîmên faşîst in. Lê divê saziyên mafên mirovan, OHD, hemû sazî û avadaniyên din û her kes li dijî vê rejîmê li ber xwe bidin. Divê dengê li dijî vê rewşê roj bi roj bêhtir derkeve. Lê mixabin dema mijara behsa xeberê bû birêz Ocalan, gelek sazî û dezgeh xwe bêdeng dikin.”    ROJEVA SEREKE TECRÎD E   Îsteklî bi lêv kir ku rojeva wan a sereke tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo bi biryarên DMME’yê were kirin, serlêdanên me yên ji bo hemû sazî û dezgehan didomin. Weke rêxistineke hiqûqê ji xwe tiştên ku em di vê mijarê de bikarin bikin bisînor in. Divê partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan jî di vê mijarê de bikevin nava hewldanan û vê mijarê bixin rojeva xwe. Heke zext li îktîdara siyasî were kirin, ev pirsgirêk dikare were çareserkirin.    Her wiha em nikarin hiqûq û siyasetê ji hev cuda bibînin. Em jî dê ji bo têkbirina rejîmê dê li qadan bin. Di mijara sindoq û xebatan de tişta dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Weke ku hûn jî dizanin di hilbijartinên berê de jî gelek tiştên derhiqûqî hatin kirin. Ji bo bidawîkirina vê hikûmeta ku tecrîd, îşkenceyên giran, neheqî û derhiqûqtî hêjayî vê civakê dibîne, tişta ji destê me tê em ê bikin.”    MA / Ergîn Çaglar