Tûra Serhedê ya Partiya Çepên Kesk: Em ê serbikevin 2023-04-14 11:40:27 COLEMÊRG - Baskê Serhedê yê tûra hilbijartinê ya ji aliyê Partiya Çepên Kesk hat destpêkirin, li navçeya Geverê dest pê kir. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Em bi vîneke siyasî ya xurt a li pişt me tên. Têkoşîna em bi rê ve dibin zû de qezenc kir.”   Baskê Serhedê yê Tûra hilbijartinê ku Partiya Çepên Kesk li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê daye destpêkirin li navçeya Gever a Colemêrgê hate destpêkirin. Gelê ku li ber buroya hilbijartinê kom bûne, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coş pêşwazî kirin.    Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, diyar kir ku gelê Geverê li dijî zilma desthilata AKP’ê serê xwe ne tewand û wiha got: “Em di hilbijartinan de bi awayekî xurt vîna xwe nîşan bidin. Em soz didin ku em ê di 14’ê gulanê de hemû namzetên xwe derxînin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku bi hemû gelan re di bin heman darê de hatine bahev û bi lêv kir ku ji Serhedê meşa li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê dane dest pê kirin. Gumuştaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev dareke wisa mezin û bire ye ku kimyasal û gaza tu serweran nikare vê darê xwar bike. Şerê em li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê didin em ê serbikevin.”   Pişt re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir jî wiha got: “Em li dijî vê faşîzmê starta hilbijartinê ji Geverê didin.” Keskîn diyar kir ku li dijî desthilata ku dixwaze gel bêrêxistin bihêle wê mezin bibin û faşîzma AKP’ê û MHP’ê hilweşînin.     ‘EM Ê BI HÊZA ME JI WE GIRTÎ QEZENC BIKIN’   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a herî dawî axivî jî wiha got: “Em ê mezin serbikevin. Em 10 roj in li qadan e û me dît ku wê AKP winda bike em ê serbikevin. Em ê bi hêza em ji we digirin qezenc bikin. Beriya demekî kurt beyannameya xwe ya hilbijartinê aşkere kirin û gotin ‘dema rast, mirovê rast’. Em jî dibêjin dema xelet û mirovê xelet. Em AKP’ê ji polîtîkayên şer û tecrîdê nas dikin. Di beyannameya me de hemû gel hene. Li Tirkiyeyê demekî dirêj e em bi hemû gelên li dijî faşîzmê li ber xwe didin têdikoşin. Em bi tifaqên xwe gelek bi xurt in û yên ku qezenc bikin dê bibin em.”   ‘LI PIŞT ME VÎNEKE MEZIN HEYE’   Ûçar, bal kişand ser beyannameyên hilbijartinê yên partiyên siyasî û wiha berdewam kir: “Dibêjin pergala hikumetê tê re nake lê bi salan e em vê dibêjin. Hewl didin rejîma yek zilamî restore bikin. Mereq nekin em tên ku rejîma yek zilamî hilweşînin. Hesaba me ya ku em bidin vê desthilatê nîne. Lê em ê di 14’ê Gulanê de ji vê hikumetê hesab bipirsin. Em bi vîneke siyasî ya xurt a li pişt me tên. Têkoşîna em bi rê ve dibin zû de qezenc kir. Serkeftina me ya 14’ê Gulanê li me pîroz be. Em ê serbikevin.”   Şande piştî axaftinan ber bi navçeya Elbak a Wanê ve bi rê ket.