Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne 2023-04-14 12:00:46   ENQERE - Hêjta parastinên di Doza Kobanê de ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin bi dawî nebûbûn ku dozger dest bi xwendina mutalaayê kir. Parêzer û siyasetmedarên girtî biryar protesto kirin û eywan terikandin. Dozger jî mutalaayê bo eywana vala dixwîne.    Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 3’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li danişînê bûn.    LI DIJÎ MUTALAAYA DOZGER ÎTÎRAZ KIRIN   Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Danişîn, bi xwendina biryara dadgehê ya navberê ku di periyoda duyemîn de dabû dest pê kir. Dozger, dest bi xwendina mutalaayê kir û siyasetmedaran jî gotin ku dixwazin parastinê bikin. Lê dozger xwendina mutalaayê domand.    PARÊZER Û SIYASETMEDAR JI EYWANÊ DERKETIN   Di vê navberê de siyasetmedarên girtî rabûn ser pêyan û bi çepikan biryar protesto kirin. Dema protesto didomiyan de dozger mutalaa xwend. Li ser vê yekê serokê dadgehê got; “Yên nexwazin guhdarî bikin dikarin derkevin.” Li ser vê yekê siyasetmedarên girtî bi çepik, tililî û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ji eywanê derketin. Beşarên li eywanê û parêzerên li eywanê jî rabûn ser pêyan û rewşa heyî bi çepikan protesto kirin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê parêzer Nûray Ozdagan jî wiha got: “Fermo, beyannameya xwe ya hilbijartinê bidin.” Di vê navberê de parêzer û beşdaran eywan terikandin. Piştî ku siyasetmedaran eywan terikandin jî li di bin eywana dadgehê dengê tililî û dirûşmên wan hatin bihîstin.    Dozger Cemalettîn Şîmşek hêj jî mutalaaya xwe ya ji 13 beşan pêk tê bo eywana vala dixwîne.    DOZGER PÊŞDARAZ TEVDIGERE   Dozger Cemalettîn Şîmşek xwest ku siyasetmedar bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” bên cezakirin û tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê, çalakiyên ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û protestoyên li dijî komploya navneteweyî jî weke sûc hesiband. Şîmşek ku tevlibûna xebatên perwerdeya zimanê dayikê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) weke sûc nîşan da û bi domdarî îdia kir ku siyasetmedar “bi her tim dubarekirina peyva Kurdistanê” re “qala xeyala welatê ku dixwazin ava bikin dikin.” Dozgerê ku di mutalaayê de “pêşdaraz” tevgeriyayî, bûyerên Kobanê jî weke raperîn û serîhildanê nirxand. Di heman demê de serdanên di pêvajoya çareseriyê de ji bo Qendîlê hatine kirin jî weke sûc nirxand.    Piştî navberê dê dozger xwendina mutalaayê bidomîne.