Cerdevan di navbera xwe de şer çûn: Kesek mir 2023-04-14 13:27:06   AGIRÎ - Li gundê Şevalet ê navçeya Giyadînê du cerdevan ji ber nelihevkirina ser erd bi şer çûn û cerdevanek hate kuştin.    Duh di saetên şevê de li gundê Şevalet ê girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriyê du cerdevan ku xizmên hev in, ji ber nelihevkirina ser erdî bi nîqaş çûn. Demekî şûnde nîqaşa wan veguherî şer û cerdevanê bi navê Bîlgîn Bakir (35) bi çekê hate kuştin. Cerdevanekî ku navê wî nehat zanîn jî birîndar bû. Hat zanîn ku leşkeran gund dorpêç kirine.