Baskê hilbiartinê yê Serhedê li Wanê ye: Dê AKP biçe, em ê bên! 2023-04-14 15:54:14   WAN - Şandeya Partiya Çepên Kesk li Wanê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û wiha hat gotin: "Wê rejîma AKP'ê biçe, em ê bên."    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li bajarên Serhedê didomin. Hevberdevka PArtiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş jî di nav de şandeya Partiya Çepên Kesk danê sibehê li Gevera Colemêrgê hevdîtin bi gel re kir. Şande paşê derbasî navçeya Elbakê ya Wanê bû. Şande li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin û ji vir jî çû navenda Wanê. Li navçeya Payîzavayê bi dehan wesayît şandeyê pêşwazî kir û şande ji vir bi karwanî ber bi navendê ve çû. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di vekirina buroyê de axivî got: "Me soz daye jinan. Em ê desthilata AKP-MHP'ê ku dijminê jinan û kurdan e bişînin û em ê nehêlin kes mecbûrî wan bibe."    Şandeya Partiya Çepên Keskpiştî hevdîtina bi gel re ya li navçeya Elbakê derbar,î navçeya Payîzavayê bû û ji vir jî tevî bi sedan wesayîtan ber bi navenda Wanê ve bi rê ket. Şande li têketina navçeyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Paşê şande tevî bi sedan wesayîtan çû ber buroya hilbijartinê ya jinan a li Kolana Cumhûriyetê.    'DÊ AKP BIÇE EM Ê BÊN'    Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr xîtabî gel kirin. Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê got: "Me soz daye jinan. Em ê desthilata AKP-MHP'ê ku dijminê jinan û kurdan e bişînin û em ê nehêlin kes mecbûrî wan bibe."   Ûçarê destnîşan kir ku ev hilbijartinê hilbijartina di navbera civak û AKP'ê de ye û got ku dê rejma yekzilamî biçe, dê jin, ciwan û gel bi ser bikevin.   Piştî axaftinan buruya hilbijartinê ya jinan hat vekirin.