Cerdevan û çawişê pispor ên tev li şer bûn hatin binçavkirin 2023-04-14 16:26:30   AGIRÎ -  Li navçeya Giyadînê du cerdevan ji ber nelihevkirina ser erd bi şer çûn û cerdevanek hate kuştin. Têkildarî şer 2 kes hatin binçavkirin.    Duh di saetên şevê de li gundê Şevalet ê girêdayî navçeya Giyadîn a Agiriyê du cerdevan ku xizmên hev in, ji ber nelihevkirina ser erdî bi nîqaş çûn. Demekî şûnde nîqaşa wan veguherî şer û cerdevanê bi navê Bîlgîn Bakir (35) bi çekê hate kuştin. Cerdevanekî ku navê wî nehat zanîn jî birîndar bû. Hate hînbûn ku têkildarî bûyerê Mecnûn Bakir û birayê wî yê çawişê pispor Mîrsal Bakir hatine binçavkirin û birin Fermandariya Cendermeyan a Diyadînê. Her wiha hate hînbûn ku dest danîne ser çekên cerdevanan.