Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0 2023-04-14 20:44:34   ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hat vekirin. Namzetên parlementeriyê yên bajêr destnîşan kirin ku ew ê li Çewligê bikin 3-0.    Partiya Çepên Kesk, li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê bi girseyeke qelebalix buroya hilbijartinê vekir. Şêniyên Kanîreşê bi girseryî namzetên xwe yên parlementeriyê pêşwazîkirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr û navçeyan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulakî, Farûk Aris û Cemîle Tûrhalli jî di nav de gelek kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Di dema vekirina buroyê de dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin. Buroya hilbijartinê coşeke mezin hat vekirin.   Di vekirina buroyê de namzetê Çewligê yê Partiya Çepên Kesk Farûk Aris diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Aris bal kişand ser krîza aboriyê ya û rewşa gelê kurd ku her tim bi zext û zoriyê re rû bi rû ye û wiha got: "Em ê li hemû deran meşaleyên xwe vêxin. Em ê wan li Kurdistanê û hemû deverên Tirkiyeyê em ê belav bikin. Heya ev kelecan bi me hemûyan re hebe em ê ji heq zor zehmetiyan derkevin. Em hêza xwe ji Kanîreşê digirin. Mixabin gelê kurd di sedsaliya komarê de jî mafê xwe bi dest nexistiye. Ev sedsaliya duyan akomarê ji bo gelê kurd pêvajoyek gelek girîng e. Ev hilbijartin ji bo gelê kurd û gelê Tirkiyeyê gelek girîng e. Em hemû di ferqa vî tiştî de ne û ji bo bidawîkirina van bêhiqûqîtiyan têdikoşin. Ez li vir bang li bloka faşîst ya AKP-MHP'ê dikim, wekî ku Namik Kemal jî dibêje 'Çi cefayê we û esbabên we hebin werin.' Çi dibe bila bila em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Têkoşîna vî gelî dê çokê bi vê bloga faşîst bide danîn. Îro em dibînin ku rewşa aboriyê çawa ye, beriya niha çend sal berê cihekî wekî Kanîreşê dikaribû hemû cihanê xwedî bikira. Lê çi kirin navçeyê hewceyî ÎŞKUR'ê kirin. Bila vêya baş bi zanibin, ew tev li qesra xwe û hemû saziyên xwe jî werin nikarin vîna gelê Kanîreşê bi dest bixin. Baweriya me bi gelê Çewligê heye ku dê di vê hilbijartinê destanê binivîse. Bila gelê Çewligê ji vêya bawer be, em ê bikin sê û sifir."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Namzeta parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalliyê jş destnîşan kir ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Bi her awayî dest danîne ser mafên me. Lê em soz didin hemû gelê kurd û kesên ku niha di zindanan de ne, em ê mafê wan jî bi dest bixin. Em 14'ê Gulanê jî bi coşa Newrozê pîroz bikin. Em ê bi ruhê Mazlûman û bi hebûna xwe teqez bi ser bikevin."    Namzetê parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulakî got:"Li pêşiya me pêvajoyeke gelek girîng heye. Heya em rejîma yekzilamî neşînin dê têkoşîna me bidome. Em ê ji talankirina qeyûman re bibêjin na, ji hemû binpêkirina mafan re bibêjin na. Me çawa li hêwanên dadgehan heta dawiyê li ber xwe da, em ê niha jî heya dawiyê li ber xwe bidin. Bi hêviya ku em li parlementoyê bibin nûnerine baş ên gelê xwe."