KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê 2023-04-14 21:09:10   RIHA - Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê.   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 753’yan de berdewam dike.    Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire.   Îro Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KES) bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê.    Endamê Meclisa Giştî ya KESK'ê Yilmaz Guneş beriya fitariyê axivî. Guneş destnîşan kir ku heya daxwaza ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê pêk neyê, ew ê li cem malbatê bin.    Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser yekîtiyê û got ku ew ê bi ser bikevin.