ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-15 09:00:05       * Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya anî ziman ku ji bo li Meclisê pirsgirêkên gelê Meletiyê bîne ziman û rojevê bûye namzet û got: “Gelê Meletiyê ji ber erdhejê li dijî desthilata AKP’ê bi bertek e. Ji ber vê yekê armanc û daxwaza me li Meletiyê bijartina 3 parlameteran e."   * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê bi têkoşîna xwe ya edaletê bû sembol, diyar kir ku wê li Meclisê bibe dengê milyonên ku rastî bêedaletiyê hatin û derbarê namzetê AKP’ê Bekîr Bozdag de wiha got: “Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re.”   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Bedrî Arik anî ziman ku li Balikesîrê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û aramanca wan ew e parlementerekî bişînin Meclisê.    * Di îdianameya rojnamevan Omer Çelîk de, gotinên wî yên der barê tecrîda Îmraliyê û zextên li ser kurdan de wekî "Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê" hatine îdiakirin.    * Wezareta Karên Navxweyî doza bi daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd hatiye vekirin, bi gotina “aliyên hisûmet ne em in” xwe parast û parvekirina agahî û belgeyan red kir.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 754'emîn de berdewam bike.   * Partiya Çepên Kesk li gelek bajêr û navçeyên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dê buroyên hilbijartinê veke. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk, Hevserokên Giştî yên HDP, Hevserokên Giştî yên DBP'ê û hevserok û hevberdevkên partiyên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê dê beşdarî vekirina buroyan bibin. (10.00-21.00)   * KESK û sendîkayên navnetewî têkildarî erdhejê li Qada Kunefecîler a Antakyayê daxuyanî bidin. (11.30)   *Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin dê di hefteya 942'yemîn de çalakiya xwe heftane bidomînin. (12.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya heftane "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00-13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê di hefteya 577'emîn de û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 449'emîn de dê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)