Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin 2023-04-15 15:07:22     ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Susîn bi kelemçekirî birine nexweşxaneyê û xwest Susîn were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 449’emîn de li ber Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Susîn ê li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê de tê ragirtin. Parêzvanên mafên mirovan, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê nsivîl tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de binçavkirina Dayikên Şemiyê ên li Qada Galatasarayê hat protestokirin.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Mehmet Emîn Susîn ji sala 1993’yan ve girtî ye û 30 sal in li girtîgehên cuda hatiye ragirtin û ev ji du salan zêdetir e li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê tê ragirtin.    Çevîrmen da zanîn ku gelek nexweşînên kronîk li Susîn peyda bûne û ev nexweşîn rê li ber astengiyên wî fizîkî vedikin û dema Susîn dibin nexweşxaneyê destê wî bi kelemçekirî dibin û tînin. Çevîrmen bi bîr xist ku ji berdana Susîn re 6 meh mane û xwest demildest cezayê wî were taloqkirin û bi lezgînî were berdan.