ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî 2023-04-15 16:49:36 ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya windayan de li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê li Stenbolê di binçavan de hat windakirin, pirsî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carek çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ber Sumerbanka berê ya li Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên, “Winda wîjdan e, xwedî lê derkeve” û “Kujer diyar in winda li ku ne?” hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û got ew vê hefteyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’ê de li Stenbolê di binçavan de hat windakirin dipirsin. Çîçek bal kişand ser serpêhatiya windakirina Nurettîn Yedîgol û anî ziman ku Yedîgol di binçavan de bi îşkenceyê hatiye windakirin û carek din agah3i jê nehat girtin. Çîçek got doza ku ji bo aqûbeta Yedîgol hatiye vekirin li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li benda biryarê ye.