Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne 2023-04-15 16:50:08 STENBOL - Parazvanên mafên mirovan û malbatên windakiriyan ên xwestin Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin bên berdan wiha gotin: “3 nifş in em dest ji têkoşîna xwe bernadin, em ê ji niha şunde jî dest jê bernedin.”   Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan têkildarî binçavkirina li Qada Galatasarayê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de daxuyanî birayê Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend.    Endama Komîsyona li Dijî Windakiriyên Di bin çavan De ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê beriya civînê, diyar kir ku binçavkirin ne hiqûqî ne û wiha got: “3 nifş in em dest ji têkoşîna xwe bernadin, em ê ji niha şunde jî dest jê bernedin.”   SÛC DIKIN    Eren ê pişt re daxuyanî xwend ev tişt gotin: “Ev pêkanîna heyî bêhiqûqî ye, sûc e. Înkara makeqanûn û qanûnan e. Em bi palpişta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dixwazin li Qada Galatasaraye daxuyaniyê bidin. Masîde Ocak diyar kir ku tu palpişta hiqûqî ya kesên binçav dikin nîne. Ji ber gotina wan a li dijî mafdarbûna me nîne bi sedan polîsên bi çekên giran derdikevin pêşberî me.   BILA BINÇAVKIRÎ BÊN BERDAN   Em bi biryar in ku maf û azadiya xwe biparêzin. Tevî we jî em ê dest ji vê bibîryardariya xwe bernedin. Qada Galatasarayê ya me ye, ya me hemûyan e. Em ne dest ji windakiriyên xwe ne jî ji Qada Galatasarayê berdin Em ê gotina xwe bidomînin û hesabê ji kesên windakirine re bipirsin. Bila malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên di hefteya 942’yemîn de hatine binçavkirin demildest bên berdan.”    Piştî daxuyaniyê kekê Hasan Ocak ê di bin çavan de hatiye windakirin Huseyîn Ocak axivî. Ocak destnîşan kir ku bi biryar in ku têkoşîna xwe bidomînin.    TÊKOŞÎNA HERKESÊ YA HEVKAR E   Pişt re parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû diyar kir ku Qada Galatasarayê cihê Dayikên Şemiyê ye û têkoşîna ji bo windakiriyan tê dayîn têkoşîna hevkar a herkesê ye.