Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin 2023-04-15 19:36:00   SÊRT - Namzetên parlementeriyê yên Sêrtê yên Partiya Çepên Kesk, serdana dikandaran kirin û bi welatiyan re li hev civiyan.    amzetên parlementeriyê yên Sêrtê yên Partiya Çepên Kesk, serdana dikandaran kirin û bi welatiyan re li hev civiyan. Tûncer Bakirhan, Sebahat Erdogan Saritaş û Abdûllah Çetîn ku li Rêxistiya Partiya Çepên Kesk a Sêrtê li hev kom bûn, li KOlana Gursesê serdana dikandaran kirin.   Şandeya ku Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Eşref Tekîn û Emîne Aşkara û endam û rêveberên partiyê jî di nav de, ji aliyê sêrtiyan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazkirin. Namzet û şandeya bi wan re, peyama yekîtiyê dan û ji bo piştgiriyê bang kirin.