Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-04-15 19:44:57     ŞIRNEX- Zarokên ku li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li taxên Cizîra Şirnexê yên Cûdî û Nûrê di avêtina ser malan de zarokên bi navê Farûk Î., Azad Î. û Diyar hatibûn binçavkirin. Zarokên hatibûn binçavkirin, îro sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin. Zarok piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.   Hat hînkirin ku zarok ji ber îxbarekê hatine binçavkirin.