Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê 2023-04-15 22:51:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li Amedê û Êlihê buroyên hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyan de dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” olan da.    Partiya Çepên Kesk li Amed û Êlihê buroyên hilbijartinê vekirin.    AMED   Rêxistina Partiyê ya Amedê, li bajêr buroya xwe ya sêyan li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê vekir. Namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Mehmet Emîn Aktar, Azad Bariş, Ceylan Akça, SOrgul Aytek Avşar, rêveberên partiyê û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û govend hat gerandin. Girse li ber def û zirneyê govend gerand, nîşana serketinê kir û alayên Partiya Çepên Kesk li ba kir. Welatiyên li avahiyên derdorê jî li ber paceyan û li şaneşînên avahiyên xwe daxilî vekirina buroyê bûn.    Piştî axaftinên namzetan Dayikên Aştiyê li ber dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" qurdêleya buroyê birîn. Vekirina buroyê bi govendgerandinê bi dawî bû.    ÊLIH    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê jî li bajêr buroya xwe ya şeşan bi coşeke mezin vekir. Buro li Taxa 19 Mayisê hat vekirin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetên bajêr Zeynep Odûncû, Nûrten Ertûgrûl û Ekrem Baran û TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP, DBP û partiya Çepên Kesk ên bajêr û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn. Di dema vekirina buroyê de timd irûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”,  “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   Vekirina buroyê bi govendgerandinê bi dawî bû.