‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin' 2023-04-16 09:05:58 WAN -Hevseroka Şaxa OHD'a Wanê Mehtap Işik diyar kir ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlûyê û Girtîgeha Hejmar 2 ya Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û got ku dê giliyê berpirsan bikin.  Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, dê ji ber binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê û Girtîgeha Hejmar 2 ya Dûmlû ya Erziromê giliyê dozgerê girtîgehê û rêveberên wê bike. Hevseroka Şaxa OHD'a Wanê Mehtap Işik, anî ziman ku li girtîgehên Dûmlûyê pêwendiya girtiyan a bi hewa û ronahiyê re hatiye qutkirin û got ku ji ber ku qanûnên înfaza ceza tên binpêkirin dê giliyê berpirsan bikin.    DÊ GILÎ BIKIN   Işik destnîşan kir ku çendî her du girtîgehê wekî "girtîgehên ewlehiya bilind" bin jî, lê tam ne diyar bê ka bi kîjan tîpê ne û got ku tevî girtiyên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, girtiyên ku cezayên wan sînorkirî û girtiyên ku darizandina wan hê jî didome di hucreyên yekkesî de tên girtin. Işik da zanîn ku piraniya van her du girtîgehan ji qawîşên yekkesî pêk yên û yên mayî jî qawîşên sê kesî ne. Işik diyar kir ku girtiyên edlî di qawîşên sê kesî de dimînin.   Hevseroka Şaxa OHD'a Wanê Mehtap Işik   Işikê destnîşan kir ku dozgerê girtîgehê û îdareya girtîgehê li gor qanûna înfaz acez ahereket nakin û Wezareta Dadê jî kontroleke baş nake. Işikê destnîşan kir ku ew ê ji ber van binpêkirinên mafan giliyê dozgerê girtîgehê û rêveberiya wê bikin û got: "Ev girtîgeh qanûnan dieciqînin û sûc dikin."    PÊWENDIYA WAN BI RONAHÎ Û HEWAYÊ RE TÊ BIRÎN   Işikê bilêv kir ku li girtîgehên Dûmlûyê ji binpêkirinên mafan ên herî mezin bi têlan girtina ser hewadariyê ye û got: "Li Girtîgeha Dûmlûyê polîtîkayeke taybet tê pêkanîn. Girtî tenê saetekê an jîs aet û nîvê dikarin biçin hewadariyê û îdareya girtîgeê paceyên qawîşan bi têlan girtiye. Ev mafê tenduristiyê yê girtiyan binpê dike. Ev têl nahêlin hewa bê hundir û tav li hundir bixe. Girtî dibêjin, 'Pêwendiya me ya bi derve re bi temamî tê qutkirin.' Ji lew re pêwendiya wan a bi ronahî û hewayê re jî tê qutkirin."